'Li Agirî, Colemêrg û Şirnexê derb li hêzên dagirker hate xistin'

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrg, Şirnex û Agiriyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

AGIRÎ

"18'ê Çileyê hêzên me saet 10:00 li mintiqa Girê Serbend ê herêma Glîdab a Agiriyê, li dijî leşkerên artêşa TC ên ku di navbera Îran û TC de dîwar lê dikirin, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşker mirin, 3 jî birîndar bûn. Artêşa TC û artêşa Îranê piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kirin. Operasyon êvara heman rojê bi rengekî neserketî qediya.

COLEMÊRG

Roja 15'ê Sibatê saet 11:00, hêzên me li dijî çeperên dijmin ên li girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

17'ê Çileyê, hêzên me cara duyemîn li çeperên dijmin ên li ser girê Koordîne xistin. Di encamê de 3 çeperên dijmin hatin rûxandin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

18'ê Çileyê saet 10:20'î hêzên me li çeperên artêşa TC a dagiker ên li ser girê Koordîne xistin. Encama vê çalakiyê jî zelal nebû.

ŞIRNEX

18'ê Çileyê saet 14:15'an hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li girê Şehîd Kendal ê li navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derbên xurt li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, çeperek û kûleyek hatin rûxandin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."