Hejmara kesên li Şirnex û Sêrtê hatin destgîrkirin bû 24

Li Cizîr, Silopiya, Hezex, Elkê û Sêrtê hejmara kesên di çaçroveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de hatin destgîrkirin bû 24.

Li Cizîr, Silopiya, Hezex, Elkê  û Sêrtê hejmara kesên di çaçroveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de hatin destgîrkirin bû 24. Kesên duh di avêtina ser malan de hatin destgîrkirin hê jî li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ne.

Midûriyeta Polîsan a Şirnexê, di daxuyaniya xwe ya têkildarî destgîrkirinan de diyar kir ku 3 kes hatine berdan û 21 kes jî destgîrkirine.

Nehat hînbûn bê kesên hatine destgîrkirin ji ber çi hatine destgîrkirin û tê payîn dê sibê sewqî dadgehê bên kirin.

Navê hin kesên destgîrkirî jî wihan e: "Li navêeya Hezexê Medya Hezar, li navçeya Cizîrê endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî, endamê MEBYA-DER'ê Huseyîn Înedî, rêvebirê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca BElek Azîz Sonmez, Mele Saît Ozdemîr, Şukru Acar, MEhmet Emîn Çikmaz, Mazlûm Dûrû, Kamîl Baklik, Mûstafa Çomlek, Îdrîs Kayaalp, Selman Abay, Agît Işikli, Îsmaîl Nerse, Metîn Mendere û endama Meclîsa Ciwanan a HDP'a Sêretê Berfîn Can."