Li Şirnexê hejmara kesên hatin girtin bû 11

Li Şirnexê di 11’ê Kanûnê de ji nav kesên hatibûn destgîrkirin, 3 kesên din jî hatin girtin.

Li Şirnex, Cizîr û Silopiyê di 11’ê Kanûnê de polîsan girtibûn ser malan û 30 kes destgîr kiribûn.

Îro Serhat Çatûk, Gabar Vesek, Dervîş Abay, Erdal Kayaş, Azîz Ûygûr, Velî Ekren û Mazlûm Şerîfoglû anîn dadgehê û sewqî dozgeriyê hatin kirin. Li dozgeriyê Gabar Vesek, Azîz Ûygûr û Mazlûm Şerîfoglû bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin û 4 kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Gabar Vesek, Azîz Ûygûr û Mazlûm Şerîfoglû piştî îfadeyê hatin girtin.

Tê payîn ku 5 kesên din ên hatine destgîrkirin jî sibê bibin dadgehê.

Vê êvarê Hevserokê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek a Cizîrê Mîrza Ronî (Kûrt) jî hate destgîrkirin.

Berê jî ji nav 10 kesên derxistibûn edliyeyê 8 kes hatibûn girtin.