Li Şirnexê endamtiya meclîsa HDP’ê hate xespkirin

Li her dera ku HDP di hilbijartinê de bi ser ketibû, AKP xespên xwe didomîne. Li Şirnexê endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê HDP’ê ji peywirê hate dûrxistin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 31’ê Adarê de li ser navê HDP’ê Alî Akdenîz ji bo Meclîsa Giştî ya Bajêr hatibû hilbijartin. Akdenîz di 23’ê Adarê de hatibû destgîrkirin û bi îddîaya ku ‘endamê rêxistinê ye’ hatibû girtin.

Walîtiya Şirnexê ji Wezareta Karê Hundir xwest ku bila Akdenîz ji peywirê were dûrxistin. Wezaretê biryar da ku bila Akdenîz “bi tevdîreke demdemî ji peywirê were dûrxistin.”

FINDIK: DEMA GIRTÎ BÛ, MAZBATAYA WÎ HATIBÛ DAYÎN

Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê ji HDP’ê Cevher Findik bi bîr xist ku, Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ligel ku Akdenîz girtibû jî mazbataya wî daye û nerazîbûn nîşanî biryarê da. Selahattîn Barinç jî yê ku li ser navê HDP’ê ji bo Endamtiya Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê hatibû hilbijartin, bi hinceta ku bi KHK’yê ji peywirê hatiye dûrxistin, mazbataya wî jê hatibû stendin.