Li Şirnexê buhabûn hat şermezarkirin

Li Şirnexê welatiyan ji ber bilindbûna buhayê elektrîkê tevî barîna berfê daketin kolanan û buhabûn şermezarkirin û gotin, “Hikumet îstîfa.”

Li Şirnexê bi sedan kesên bi bangawaziya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên CemaweriyÊ (KESK) li hev kom bûn, di bin berf û baranê de bihabûna elektrîkê protesto kirin. Welatiyên li Qada Omer Kabak li hev kom bûn, xwest zemên tên kirin bên betalkirin. Di dema daxuyaniyê de tim dirûşmeyên wekî "Hikûmet îstifa", "Bimire DEDAŞ" û "Dê hesab bê pirsîn" hatin berzkirin û dowîzên li ser "Ji zilma DEDAŞ'ê re na" û "Ji zilmê re na" nivîsandî hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de esnafekî got: "Ez esnaf im û niha nikarim heqê kirêya xwe û fatûreyên elektrîkê bidim. Fatûreyên elektrîkê ji heqê kirêya min zêdetir tên. Êdî em mûmikan vêdixin. Kêt gihaşt hestî êdî. Êdî em hew deyax dikin. Demildest divê dawî li vê zilma DEDAŞ'ê bê. Êdî bes e ji vê terora DEDAŞ'ê re. Êdî em hew dikarin tehemûl bikin."