Li Şirnexê 6 kesên din hatin girtin

Li Şirnexê ji kesên ku di çarçoveya doza Tahîr Guven de hatibûn destgîrkirin 6 kesên din jî hatin girtin. Hejmara girtiyan derket 18 kesan.

Li navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê 9 girtiyên din îro bi kelepçeya ji piştve sewqî edliyeyê hatin kirin. 9 kesên ku îfadeyên wan li edliyeyê hatin girtin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji 9 kesên li dozgeriyê îfadeya wan hat girtin jî 6 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, 3 kes jî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin.

Şandeya dadgehê bi şertê kontrola edlî rêveberên HDP'ê Naîm Înedî, Mehmet Salîh Tûtûş û Alî Tûnç serbest berda, Serhat Kuçuk, Renas Onak, Kerem Satan, Ozgur Kûrami, Agît Malgaz û Gokhan Erkûl hatin girtin û şandin girtîgehê.

'DU KURÊN MIN QETIL KIRIN Û YÊN MAN JÎ GIRTIN'

Dayika Necat Kuçuk a ku li ber edliyeyê darizandina kurê xwe Serhat Kuçuk şopand û kurê xwe Agît û Adil di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de winda kiribû, bi girî bertek nîşanî girtina kurê xwe da û got: “Du kurên min qetil kirin û yên man jî girtin."

Kar û barên dadgehê yên derbarê Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a Cizîrê Mîrza Kûrt (Ronî) û endamê Meya-Derê Osman Aksû yên ku di çarçoveya heman dozê de duh êvarê û îro danê sibehê hatibûn destgîrkirin, li Emniyeta Şirnexê dewam dikin.

BI GIŞTÎ 18 KES HATIN GIRTIN

Di çarçoveya operasyonên qirkirinê yên ku piştî Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû li Meclîsê li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hat de, heta niha 32 kes hatine destgîrkirin.

Ji kesên ku di çarçoveya doza Tahîr Guven de hatibûn destgîrkirin heta niha 18 kes hatin girtin.