Li Şirnexê 5 kesên din hatin girtin

Îro li Şirnexê ji 12 kesên ku derxistin pêşberî edliyeyê 5 kes hatin girtin, 7 kesên din jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de 12 kesên din ên li navçeyên Cizîr, Silopiya, Hezex û Beytûşşebab û Sêrtê danê êvarê piştî îfadeyên li Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Şukru Acar, Huseyîn Înedî, Mehmet Emîn Çikmaz, Mazlûm Dûrû, Kamîl Balik, Mustafa Çomlek, Selman Abay, Metîn Mendez, Emîn Gunduz, Abdulcebar Îgdî, Serdar Ozkul û Îshak Dogan piştî ku karên îfadeya wan hat qedandin, ew sewqî Midûriyeta Polîsan a Şirnexê hatin kirin.

Şukru Acar, Huseyîn Înedî, Mehmet Emîn Çîkmaz, Serdar Ozkul û Îshak Dogan ên ku piştî îfadeya dozgeriyê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin, hatin girtin. Mazlum Dûrû, Kamîl Balık, Mustafa Çomlek, Selman Abay, Metîn Mendez, Emîn Gunduz û Abdulcebar Îgdî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

HEJMARA KESÊN HATIN GIRTIN DERKET 9’AN

Di serdegirtina malan de yên 9'ê Çileyê li navçeyên Cizîr, Silopiya, Hezex û Beytûşşebab û Sêrtê yên Şirnexê ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de hat pêkanîn, 24 kes hatibûn destgîrkirin.

Heta 11’ê Çileyê ji 24 kesên ku sewqî Edliyeyê hatin kirin 9 kes hatin girtin, 15 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Navê kesên hatin destgîrkirin wiha ne: “Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Berfîn Can, Mela Saît Ozdemîr, Rêveberê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Azîz Sonmez, Hasan Aydin, Şukru Acar, Huseyîn Înedî, Mehmet Emîn Çikmaz, Serdar Ozkul û Îshak Dogan.”