Li Şirnexê 2 kes hatin girtin

Li Şirnexê ji 6 kesên sewqî dadgehê hatin kirin 2 kes hatin girtin û dema destgîrkirina 10 kesan jî 4 rojan hate taloqkirin.

Li navçeyên Cizîr, Silopiya, Hezex û Elkê yên Şirnexê û li Sêrtê ji kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de hatibûn destgîrkirin 6 jê piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin.

Piştî îfadeya li midûriyeta polîsan, Azîz Sonmez, Hasan Aydin, Medya Hezar, Îsmaîl Nerse, Agît Işikli û Îdrîs Kayaalp sewqî dadgehê hatin kirin.

Ji kesên sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin, Rêveberê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Azîz Sonmez û Hasan Aydin hatin girtin û Medya Hezer, Îsmaîl Nerse, ,Îdrîs Kayaalp û Agît Işikli bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Her wiha dema destgîrkirina 10 kesan jî heta 4 rojan hate taloqkirin.