Li Şirnexê 2 kes hatin girtin

Li Şirnexê ji 5 kesên sewqî dadgehê hatin kirin 3 kes hatin berdan, 2 kes jî hatin girtin.

Li navçeyên Cizîr, Silopiya, Hezex û Elkê yên Şirnexê û li Sêrtê ji kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de hatibûn binçavkirin 5 jê piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji kesên sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin Dayika Aştiyê Nebahat Îşçî, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Evîndar Aydin û rûmet Çekîn bi şertê kontrola edlî hatin berdan û endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Berfîn can û Mela Saît Ozdemîr jî hatin girtin.

Can û Ozdemîr şandin Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê.

16 kes jî hê li midûriyeta polîsan destgîrkirine.