Li Şirnexê 2 kes hatin girtin

Li Şirnexê 2 kesên ku 3 roj bêrê hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.

Li taxa Bahçelîevler ya Şirnexê di 2'yê Mijdarê de polîsan bi ser malan de girtibû. Di avêtina ser malana de Zekî û Mûsa Îdîn hatibûn binçavkirin. Kesên ku hatin destgîrkirin îro sewqî dadgehê kirin.

Her du kes bi îddaya "alîkariya rêxistinê kirine" hatin girtin. Kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T.

Her wiha welatiyê bi navê Husnu Kaydî ku di 29'ê Cotmehê de hatibû girtin jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.