Li Şengalê têkildarê Fermana 3’yê Tebaxê panelek hate lidarxistin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi panelekê Fermana 3’ê Tebaxê bibîr anî.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî birin ser Şengalê û gelek welatiyên Êzidî ji qetlîamê re derbas kirin. Serê bi hezaran mêrên Êzidî jê kirin û bi hezaran jin û keçên Êzidî rewandin û li bazarên koledariyê yên cîhanê firotin. Ji wê salê heya niha her sal bi armanca bîranîna Fermana 73’an merasîmên cûr bi cûr ji aliyê jinên Êzidî ve tên lidarxistin.

Bi nêzîkbûna salvegera Fermana 3’ê Tebaxê îro TAJÊ dest bi rêzeçalakiyê xwe kir. Rêzeçalakiyên TAJÊ bi mebesta bîranîna fermanê, şiyarkirina jinên Êzidî ya di mijara xweparastinê û pêşxistina kêrhatiyên xwe wê werin lidarxistin. Bi vê çarçoveyê de îro TAJÊ ji bo gotûbêjkirina sedemên fermanê panelek lidar xist.

Berdevka TAJÊ Sebîhe Sebrî di panelê de axivî û bal kişande ser armanca panelê ku tê de wê li ser rewşa keçên Êzidî yên berê û piştî fermanê û yên heya niha çarenûsa wan ne diyare nîqaşan birêve bibin. Sebrî rexne li hikûmeta Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê girt ku Şengalî radestê DAÎŞ’ê kirin û gelê Êzidî bêparastin hiştin.

Sebrî di dawiya axaftina xwe de diyar kir; “Banga me ev e ku divê gelê Êzidî rola Gerîlayên Tevgera Azadiyê ji bîr nekin, ji ber ku di qonaxa herî zor û zehmet de bi hewara civaka Êzidî hatin û hejmarek mezin ji gelê Êzidî ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.”