Li Şengalê Roja Reş ji aliyê hezaran kesî ve bi meşekê hat şermezarkirin

Bi hezaran şêniyên Şengalê ji bo şermezarkirnia komploya 15’ê Sibatê ya navnetewî meşek girseyî lidar xistin û bi yek dengî gotin, “Emê ji bo azadiya wî ya fizikî heya dawî tekoşîn bikin.”

Bi boneya salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşektiya Meclisa Xweseriya Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ve meşek hate li dar xistin. Meşê ji rêya serke ya komelgeha Dugurê heya Korîdora Mirovî ya ku di sala 2014’an dema civaka Êzidî nav lepên DAÎŞ’ê yan bi tena xwe hatibûn hiştin, wê demê Gerîlayên Azadiyê yên YJA-Star û HPG’ê ji bo gel ji fermanê rizgar bibe ev korîdor ya ku diçe Rojavayê Kurdistanê vekiribûn. Weke peyamekê îro gelê Şengalê ber bi korîdora mirovî ve meşiyan.

 Di meşê de gel bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimre xiyanet”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” û “Jin, Jiyan, Azadî” ve meşa xwe bi heybet kirin. Di meşê de bi sedan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên li ser hatibûn nivîsandin “Emê tecrîdê hilweşînin, faşîzmê têkbibin; bi Rêber Apo re azad bijîn”, “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye”, “Emê komploya 15’ê Sibatê têkbibin, Xweseriya Şengalê misoger bikin” û “Kesek nikare Roja me tarî bike” hatin vekirin. Her wiah ciwanan jî bênavber sirûda “Îro çerxa Şoreşê” qêriyan.

‘EMÊ HEYA AZADİYA RÊBERTÎ LI SER PİYAN BİN’

Jina bi navê Zahide Xelef di derbarê armanca meşê de wiha got: “Îro civaka Êzidî ji bo azdiya Rêber Apo li ser piyane, em komploya li ser Rêber Apo şermezar dikin û em weke jinên Êzidî heya dawiyê keda ku Rêber Apo ji bo jinê dayî em ê jibîr nekin. Emê jî heya azadiya fizikî ya Rêber Apo tekoşîna xwe berdewam bikin.”

Jina bi navê Emîna Şengalî jî di meşê de axivî û got, “Heya ku Rêber Apo azad nebe em azad nabin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo tevahî mirovahiyê hêviya jiyana azad e. Dayê Emîne di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman, “Em weke jinên Êzîdî heya dawiyê emê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşîn û emê çalekiyên xwe bihêztir bikin.”

Di dawiya meşê de li ser navê sazî û rêxistinên Şegnalê axaftin hatin kirin.

RÊBER APO RÊBERÊ CİVAKA ÊZİDÎ YE JÎ’

Destpêkê li ser wateya rojê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ) Sabîha Sebîr axivî. Sabiha da diyar kirin ku wan weke civaka Êzidî dema ku tevahî cîhan ji fermana li ser wan temaşe dikir, wê demê Rêber Abdulla Ocalan naskirin û wiha pêde çû: “Di fermana 74’an de me PKK naskir. Dijmin hewil dida ku me tune bike, lê bi saya PKK’ê em îro dikarin li ser axa xwe bin. Em îro bi saya fikrê Rêber Apo qala xweserî û mafên xwe dikin. Bi saya Rêber Apo jina Êzidî serê xwe li hemberî zilma fermanê û hişmendiya mêr hilda. Em jî wê weke jinên Êzidî emê heya dawî xwedî li Rêber Apo û şervanên wî derkevin. Em weke civaka Êzidî Rêber Apo weke Rêberê xwe dibînin û emê ji bo azadiya wî ya fizikî heya dawî tekoşîn bikin.”

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveberiya Şengalê Azad Hisên jî axaftinek kir û diyar kir: “Em tevahî şehîdên xwe bibîr tînin û berxwedana gelê berxwedêr pîroz dikin. Komploya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Rêber Apo bi felsefeya xwe ji bo tevahî civakê rêya azadiyê nîşan da. Fikrê Rêber Apo ji bo dijminên mirovahiyê weke gefekê hat, ji bo wê ye ku li ser Rêber Apo komplo pêkanîn.”

Azad Hisên di berdewamiya gotinên xwe de destnîşan kir ku ew weke civaka Êzidî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke Rêberê xwe dibînin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em weke civaka Êzidî Rêber Apo û şagirtên wî weke pêşeng û serokê xwe dibînin. ji ber ku weke fikir jî fikrê Rêber Apo nêzî baweriya xwe dibînin; ji bo wê ye ku em weke civaka Êzidî tu caran dost û dijminên xwe jibîr nakin. Çawa ku ew bi hewara me ve hatin, em jî wê ji bo azadiya Rêber Apo li ser lingan bin.”