Li Şengalê li dijî tecrîdê civînek hat lidarxistin

Li Şengalê bi pêşengiya TAJÊ li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek hat organîzekirin. Di civînê de hate gotin ku ewê heta dawiyê xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbikevin.

Li Şengalê kar û xebatên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan berdewam dike. Di vê çarçoveyê de têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek li bajarokê Xanesorê ya Şengalê pêk anî.

Di civînê de bi dehan jin û mêr amade bûn. Civînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Civîn ji aliyê endama TAJÊ Silalê Şengalî û Dayê Şemê ve hate rêveberin.

Di serî de li ser navê jin û dayikên Şengalê Silalê Şengalî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên HPG-YJA Star’ê silav kir û got; “Ev bû 23 salin Serok Apo di bin tecrîdek giran de ye. Ev 7 mehên dawî de ti agahî jê nîne. Heta pirtûk, defter jî têde her tişt jê qut kirin. Ne serokatî ba ti kes nikare ewqas li hemberî vê zilmê li berxwe bide.”

Silalê Şengalî anî ziman ku piştî şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2014’an de bi hewara wan ve hatin, ji nêz ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fikr û armancê wî dest bi famkirinê kirine û wiha pêde çû; “Tenê şagirtên Rêber Apo wê demê hatin hewara me. Me ji bilî wan ti kes li derdora xwe nedît. Canê xwe ji bo me feda kirin. Em deyndarên fikir û felsefeya Rêber Apo ne, bi taybet em jinên Êzidî. Îro dayik û jinên Şengalê rabûne ser xwe, xwe birêxistin dikin û li ser fikir û ramanê Rêber Apo xwe xurt û ava dikin. Jin îro pêşengiyê ji hemû beşan re dike.”

Silalê Şengalî bal kişande ser zor û zehmetiyên jina Êzidî ya li beriya fermanê jiyan dikir û van mînakan da; “Piştî fikir û ramanê Rêber Apo ji bo me pir tişt guherî. Beriya fermanê jinê nedikarî derkeve, bi tenê nedikarî biçe dibistanê, bê bira û bavê xwe nedikarî derkeve. Lê îro guheriye. Di her qadên jiyanê de jin cîh digre û em ti demî xwe ji fikir û ramanê Rêber Apo qut nakin, ji ber ku ji bo me bingehek e.”

Dayê Şemê jî destnîşan kir tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran dikin û xwe gihandina şagirtên wî ji civaka Êzidî ne qut e û got ku ewê jî heya dawî xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin.

Dayê Şemê bal kişande ser zilm û zora ku civaka Êzidî pêre rû bi rû maye û got ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara yekem ferman hate dîtin û li dijî wê têkoşînek hate destpêkirin. Dayê Şemê diyar kir ku bi saya fikir û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro cîhan û alem Şengalê û civaka Êzidî dinase û got: “Niha armanca wan ji bo vala derxistina vê fikrê ewe ku Şengalê bidin vala kirin. Milet teşwîqê terikandina axa xwe dikin. Niha derî vekirîne û berê milet didin dewletan. Ma ev ji bo xêra milet e? Ji bo ku Şengalê ji bo xwe vala bikin vê yekê dikin. Dixwazin Şengal ji Êzidiyan xilas bibe û dîroka wan winda bibe.”

Dayê Şemê di dewama axaftina xwe de îşaret bi hesasiyet û xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji aliyê civaka Êzidî kir û got: “Hêj beriya fermanê jî ketibû tevgerê, hinek şagirtên xwe şandibûn da ku pêşiya êrîşan bên girtin.”

Piştî axaftinan li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sînevîzyonek hate nîşandan û civîn bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.