Li Şengalê komplo hate şermezarkirin

Komploya Navdewletî ya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke ku YCÊ'yê organîze kiribû, hate şermezarkirin.

Li Şengalê bi meşeke bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzîdî (YCÊ) komploya navdewletî ya 9'ê Cotmehê hate şermezarkirin.

Meş bi tevlêbûna bi sedan kesî li taxa Yermûkê ya navenda Şengalê dest pê kir. Di meşê de bi posterên Ocala nû alayên YCÊ'yê hatin hilda nû gelek caran hate gotin, ''Bijî Serok Apo', 'Bê Serok Jiyan nabe''. Meş li meydana şehîdan bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.

Daxuyanî ji hêla endamê YCÊ'yê Basim Feqîr ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Gelê Şengalê li ser hîmê ramanên Rêber Apo, li pey şopa Bêrîvan, Berxwedan, Mam Zekî û hemû şehîdan wê heta dawiya biçe''.