Li Şengalê ji bo pirtûkên Abdullah Ocalan pirtûkxaneya gerok hate avakirin

Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pirtûkxaneya gerok li gund û navçeyên Şengalê tên pêşandan.

Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî bi pirtûkxaneyek gerok, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gund û navçeyên Şengalê li welatiyan belav dikin.

Ciwanan destpêkê berê otobusa xwe dan navçeya Sinûnê, li wir ciwanan pirtûkên Rêber Ocalan belav kirin. Ciwanan piştî Sinûnê, pirtûkxaneya xwe ya gerok birin Xanesorê. Tê payîn di nava 3 rojan de ciwan li tevahî gund û navçeyên Şengalê bigerin.

Derbarê armanca sereke ya belavkirina pirtûkan de, endamê Yekîtiya Ciwanên Êzidî Elî Xêrî axivî û got; “Fikir, raman û felsefeya Rêber Apo ji bo gelê me gelekî girîng e, me xwest bi vê çalakiya xwe her kes fikir û ramana Rêber Apo bixwîne û bizane. Gel eleqedariyeke mezin nîşanî vê çalakiya me dike. Ji ber ku baweriya me ev e, fikir û felsefeya Rêber Apo dikare me ji fermanan rizgar bike.”