Li Şengalê gerîlayê HPG’ê Tekoşer Botan hate bîranîn

Gerîlayê HPG’ê yê Êzidî Tekoşer Botan ku di berxwedana Zendûrayê de li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê de şehîdbû bû, li Şengalê hate bi bîranîn.

Civaka Êzidî ku bi saya mudaxeleya gerîlayên azadiya Kuridistanê ji qirkirinê xilas bûn, li têkoşîna azadiya Kurdistanê xwedî derdikevin û berê xwe didin çiyayên azad. Yek ji van Êzidiyan jî Îbrahîm Eliyas ê ji navçeya Duhla ya Şengalê bû ku li ser vê xetê ala berxwedanê hilda û tevlî karwanên şehîdan bû.

Gerîlayê HPG’ê yê Êzidî Tekoşer Botan ê ku di 14’ê Gulana 2021’an de di berxwedana girê Zendûra ya Metînayê de li dijî dagirkeriya Tirk de şehîdbû bû, îro bi awayekî girseyî li Şengalê hate bîranîn û xêra wî ya serê salê hate belavkirin. Li gorî baweriya Êzidiyan dema kesek jiyana xwe ji dest bide yan jî şehîd bibe, piştî 8 mehan ji bo wî-wê xêr tê dayîn û ji vê re jî xêra sersalê tê gotin.

Konê bîranînê li navçeya Duhla ya Şengalê li ber mala wî hate danîn. Di konê bîranînê de wêneyên şehîd Tekoşer Botan û rêhevalên wî hatin daliqandin. Endamên YBŞ, YJŞ, PADÊ, TAJÊ û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê tevlî meresima bîranînê bûn. Di meresima bîranînê de ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê dayikên şehîdan find pêxistin û axaftin hatin kirin.

‘EM Ê LI PEY ŞOPA ŞEHÎDAN BIN’

Birayê gerîlayê HPG’ê Tekoşer Botan, Ferhan Eliyas axivî. Bira Eliyas diyar kir ku birayê wî êş û zilma li ser gelê Kurd ji kûrahiya dilê xwe hîs kiriye û berê xwe daye çiyayên azad. Bira Eliyas anî ziman ku heta xwîn di laşê wî de bigere ew ê li têkoşîna birayê xwe xwedî derkeve û wiha got: “Her kes dizane di 3 Tebaxa 2014’an de ferman li ser civaka me pêk hat, birayê min jî wek bi sedan ciwanên din ê Êzidî li himberî vê zlima li ser gelê me hatiya kirin bi erk û berpirsiyartî rabû, ji bo ku karibe tola keç û jinê Êzidî hilîne, beşdarî nava tekoşîna azadiyê bû. Em ê timî li pey şopa şehîdan bin û ala berxwedanê bilind bikin.”

‘BI RUHÊ FEDAÎ LI BER XWE DA’

Ednamê YBŞ’ê Bahoz Erdal jî di şexsê Şehîd Tekoşer Botan de tevhiya Şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîranin û got: “Heval Tekoşer bi bîr û baweriyek pir mezin berê xwe da çiyayên azad. Di dema fermana li ser Şengalê de çawa şagirtên Rêber APO berê xwe dana Şengalê, Tekoşer jî bi heman fikrê berê xwe da çiyayên azad û li dijî dijmin têkoşiya. Heya roja xweya dawî ji bo tevhiya gelên bindest û taybet civaka Êzidî , bi erk û berpirsyariya xwe tevgeriya. Li Şengalê û li çiya bi ruhê fedaî li ber xwe da.”

Di dawiya axaftina xwe de Bahoz, soza şopnadin rêya şehîdan da û got : “Em weke ciwanên Êzidî em ê  heya dawî li keda pîroz ya şehîdan xwedî derkevin û sozên berya nehe me ji bo şehîdan dane em li ser vê sozê ne û em ê armancên wan pêk bînin.”