Li Şengalê coşa hilbijartinê: Piştgiriya ji bo namzetê PADÊ mezin dibe

Şêniyên gundê Borikê yê Şengalê diyar kirin, ku ji bo xweserî û wekheviyê dengê xwe bidin namzetê PADÊ.

Di çarçoveya karên hilbijartinên giştî yên Iraqê de, ku wê di 10'ê Cotmehê de pêk were, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) dest bi propaganda hilbijartinê kir. Bi vê armancê her roj li herêma Şengalê çalakiyên cuda têne lidarxistin. Doh jî li gundê Borikê yê ser bi navçeya Sinûnê meşek û şahiyek pêk hat.

Meş ji Meclîsa Gel a gundê Borikê bi tevlêbûna şêniyên gund destpê kir. Girseya gel heta Şaredariya Borikê meşiya û li wir namzetê PADÊ Şêx Sîmer Derwêş axivî. Şêx Sîmêr diyar kir ku li parlamenta Iraqê wê bibe dengê civaka Êzidî û ji bo misogeriya xweseriyê bang li xelkê Şengalê kir ku dengê xwe bide wî.

Li ser navê Meclîsa Gel ya gundê Borê Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Tora Xelef Qasim axivî. Tora Xelef diyar kir ku hêviya wan bi PADÊ heye û destnîşan kir ku partiya wan PADÊ di rojên zehmet de ji bo wan xizmet kiriye, wê di rojên xweşiyê de jî ji bo civaka Êzidî kar bike.

Tora Xelef got, "Em her roj di nav gelê xwe de digerin ji bo karê hilbijartinê. Helwesta gel diyar e. Hêviya wan a azadiyê partiya PADÊ ye. Pêwîste em bi paşve gavê navêjin. Heya ku em xwişkên xwe ji nav destê DAÎŞ'ê rizgar nekin tu car bi paşve gavê neavêjin. Em bi partiya xwe bawer in ku wê ji bo civaka xwe çi ji dest bê bike."

Her wiha jinên ciwan Hedû Hecî û Ferha Bapêr ên ji gundê Borikê jî diyar kirin ku hêviya wan a azadiyê di hilbijartinê de bi partiya PADÊ ve girêdayî ye û destnîşan kirin ku tu car bindestiya ku li wan hatiye ferzkirin, ji bîr nakin. Ciwanan diyar kirin ku wê careke din bindestiyê qebûl nekin û ji bo civaka xwe çi ji destê wan bê wê bikin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.