Li Şengalê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Li Şengalê êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi meşekî girseyî hate şermezarkirin.

Li dijî gef, zext û êrîşên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûna xelkê Şengalê her diçe zêdetir dibe. Di çarçoveya nerazîbûnên xelkê Şengalê de, îro bi sedan xelkê Êzidî û pêkhateyên Ereb ê Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk meşiyan û bi dirûşmeyan êrîşên dewleta Tirk û  bêdengiya  hikûmeta Iraqê şermezarkirin.

Meş bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokartîk a Şengalê pêk hat. Di serî de gel li ber benda Şehîd Selam a Asayîşa Êzdîxanê ya Xanesorê lihev kombûn û ber bi  benda mişterk ku barageha sereke ya foca 80 a Heşda Şabî bû ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû bombebarankirin ve meşiyan. Di  meşa ku tevahiya sazî û rêxixstinên Rêveberiya Xweser a Şengalê tevî pêkhateyên Ereb û xelkê herêmê beşdarbûn  de, bê navber dirûşmeyên, “Bimre îxanet“, “Bijî Berxwedana Şengalê“, “Bijî Berxwedana Mexmûr û Rojava” hatin berzkirin. Her wiha di meşê de pankartên  li ser, “Na ji Dagirkeriya Dewleta Tirk, Osmaniya nû re  li ser axa Iraqê re” û ‘Em fermanê jibîrnakin û  nahêlin bê ji bîrkirin” hatin nivîsandin hatin hildan.

Piştî meş gehişte benda mişterik, li cihê ku hatiya bombebarankirin li ser navê gel  bi bilindkirina alên Iraqê ku di encama êrîşan de şewitîbûn  daxuyanî hate dayîn.

Di serî de li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Hisên Hecî daxuyanî da û got: “Li ser navê gelê Şengalê û saziyên rêveberiya xweser bi pêkhaeteyên wê ve,  êrîşên dewleta Tirk a dagîrker li ser Şengalê şermezar dikin. Ev êrîşa li dijî hemû pîvanên navneteweyî û navxweyî ne. Dewleta Tirk bê ku hesab ji kesî re bike serweriya xaka Iraqê binpê dike û tu helwest ji aliyê Iraqê ve li hemberî van binpêkirinên li ser serweriya Iraqê û civaka Êzidî nine. Wekî ku em li xakek din dijîn, Iraq wiha nêzî me dibe.

Em bang li NY’ê  dikin. Ka halwesta we ya li hemberî êrîşên li ser civaka Êzidî  ku rastî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hatine?”

Di dewama daxuyanyê de  bang li raya giştî ya cîhanê hate kirinku rê li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê bigirin û wiha hate gotin:“Em dibînin ev senaryoyên 2014’ê ne hîna li ser civaka Êzidî tên meşandin û dixwazin careke din keç û jinên Êzidî bên revanin û gel ji ser axa xwe koçber bibe.”

Her wiha li ser navê Meclîsa Ereban a Gundê Medîban Xideyir Saleh axivî, di serî de êrîşên li ser Şengalê şermezar kir û got: “Li ser tevahiya gelên herêmê ev êrîş tên kirin, lê civaka Êzidî ji her kesekî zêdetir ev êş  jiyankirine. Em bang li Iraqê dikin sînorekî ji bo van êrîşan re dane û êdî bêdeng nemîne.”

Endama Koordinesyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ) Neam Bedel, axivî û got:“Em ê tu carî Şengalê xwe ji dijmin re vala  nekin. Bi çi êrîş bikin em ê li ser şopa şehîdên xwe bin. Axa Şengalê em ê ji dijimin re nehêlin. Em weke civaka Êzidî bi şehîdên xwe ve girêdayî ne. Em dest ji axa ku xwîna  Şehîd Merwa, Saed û Zerdeştan li ser hatiya riştin bernadin. Îrada me ji gef û êrîşên wan bihêztire. Eger em bibin yek û bi îradeya xwe li ber wan bisekin  em ê biser bikevin.”

Piştî daxuyaniyê wêneyên Erdogan ji aliyê ciwanan ve hate şewitandin û meş bi dawî bû.