Li Şeladizê beriya çalakiyê qedexeya derketina derve

Li Şeladizê ya li herêma Duhokê ya Başûrê Kurdistanê beriya çalakiyeke îro ya li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk qedexeya derketina derve hate ragihandin û ketin û derketina bajêr hate qedexekirin.

Di rojên dawîn de li ser torên dîjîtal gelek çalakgerên civaka sivîl û pêşengiyan banga çalakiyan kiribû.

Dagirker di 21’ê Tebaxê de gundê Banike yê Batûfayê hilweşandibûn û li dijî vê êrîşê hêrsa gel zêde bûbû.

Wê çalakiyên li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk îro li Şeladizê bihata lidarxistin.

Rayedarên PDK’ê beriya çalakiyê li bajêr qedexeya derketina derve ragihand. Ketin û derketina bajêr jî hate girtin.

ANF’ê dîmenên ji nava bajêr bi dest xist. Ev dîmen qedexeyê piştrast dike. Di dîmenan de tê dîtin hemû kargeh girtîne û kolan vikîvala ne.

Hate diyarkirin ku saet di 15.20’an de pêşmerge jî ketine bajêr.

Hêzên dagirker ên dewleta Tirk di 20’ê Hezîranê de li sivîlên li zozanan dabû û 4 ciwanên Kurd qetil kirîbû. Gelê Şêladizê li dijî vê êrîşê daketibûn kolanan. Yek ji ciwanê ku hate qetilkirin sala par di êrîşên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de derketibû ser tankê.

Di Hezîrana 2019’an de dewleta Tirk dora Zap û Dêralokê bomberdûman kiribû û 5 kes miribûn. Gelê Şeladizê serî hildabû, girtibû ser baregehên Tirk û ji bo demeke kurt dest danîbû ser vê baregeha leşkerî.