Li Îranê 12 kolber birîndar bûn

Dewleta Îranê, li Baneyê gule berdan komeke kolber û 12 kolber birîndar kirin.

Li gor malpera Kolbernewsê, di encama êrîşa hêzên dewleta Îranê bi ser komeke kolber a li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê de, 12 kolber birîndar bûne.

Ji 12 kolberên birîndar bûne, yên navê wan hatine zanîn ev in:  Mecbûren Salam Mihemedzade, Erselan Rehmanî, Yûsiv Qîtasî, Fazil Ehmedî û Elî Abkar.