Li Îngilîstanê êrîşa bombeyî: 22 kes mirin, 59 kes birîndar bûn

Li bajarê Manchester ê Îngilîstanê, ji ber teqîna li Arena konserê, herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dan, 59 kes jî birîndar bûn.

Teqînê duh bi şev, piştî konsera muzîsyena Amerîkî ya bi navê Arîana Grande pêk hat. Ji ber ku Grande di nava zarok û ciwanan de stranbêjek navdar e, gelek zarok tevlî konsera wê bûn. Nayê zanîn ku di dema teqînê de çend kes li Arenayê hebûn. Tê gotin, teqîn li pêş cihê bilêt lê tê firotin pêk hatiye, ku hingî mirov di rêzê de bûn.

Rayedarên Îngilîz diyar kirin, teqîn ji ber êrîşekê pêk hatiye.

Li gorî nûçeya BBC, teqîn li Arena konserê ya li bajarê Manchester ê li bakurê Îngilîstanê rû daye. Di bûyerê de herî kêm 22 kes mirin, 59 kes jî birîndar bûn. Polîsê Manchesterê, ev bûyera ku saet di 22:30 de qewimî weke 'êrîşa terorê' bi nav kir.

Serokwezîra Îngilîstanê Theresa May, der heqê bûyerê de got, 'êrîşeke terorê ya tirsnak' û kampanya xwe ya hilbijartinê sekinand.