Li Îdlîbê şerekî giran heye

Li Îdlîbê şerê di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û koman de yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, roj bi roj zêdetir dibe.

Ev du roj in şer bêtir li derdora qadên rojhilat û başûrê Balefirxaneya Ebû Zûhûr a Îdlîbê bi dijwarî didome. Ebû Zûhûr a ku di warê mezinahiyê de duyemîn balefirxaneya leşkerî ya Sûriyeyê ye, ji bo herêmê gelekî girîng e. Hêzên rejîmê ji bo ku vê herêmê bi dest bixin, 3 gund ji destê koman stendin û hedefa wan ev e ku dora Balefirxaneya Ebû Zûhûrê bigirin.

Di rojên borî de Heyet Tahrîl El Şam û komên ku Tirkiye piştgiriya wan dikin, êrîşî hêzên rejîmê kiribûn û 12 gund ji destê rejîmê stendibûn. Şerê li vê qadê hê jî didome û hêzên rejîmê ji nav 12 gundan, 8 gund dîsa stend.

Tê diyarkirin ku heta îro ji nav komên bi ser Tirkiyeyê 63 kesan û ji rejîmê jî 54 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de tê diyarkirin ku 31 leşkerên rejîmê jî hatine dîlgirtin.