Li Êlihê xizmên windayan di hefteya 500’emîn de kom bûn

Şaxa Êlihê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi dirûşmeya ‘Bila winda werin dîtin, kujer werin darizandin’ li pêşiya Peykerê Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê di hefteya 500’emîn de kom bûn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê û Xizmên Windayan di hefteya 500'emîn de bi dirûşmeya "Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin” li ber Peykerê Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Piştî serdema OHAL’ê û pandemiyê cara ewil e ÎHD'ê û Xizmên Windayan ên li Êlihê li cihê xwe yê berê yanî li ber Peykerê Mafê Mirovan çalakî li dar dixin. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. 

Rêveberê ÎHD’a Êlihê Yunus Bagiş destnîşan kir ku ew ji 31’ê çileya 2009’an ve ji bo aqûbeta windayan û darizandina kujeran ango kiryaran çalakiya xwe li dar dixin û çalakiya wan gihîştiye hefteya 500’emîn. Bagiş destnîşan kir ku ew ê her têkoşîna xwe ya edaletê ji bo dîtina windayan û cezakirina kujeran berdewam bikin. Bagiş bang li îqtidarê kir ku ew ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin. 

Piştî daxuyaniyê bi qasî 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.