Li Êlihê polîsan dest danîn ser serlêdanên namzetiyê

Rêxistina HDP’ê ya Êlihê serdegirtina polîsan şermezar kir. Rêveberan diyar kirin ku di serdegirtinê de serlêdanên namzetiyê û kompûter hatine desteser kirin.

Duh polîsan avêtibûn ser avahiya HDP’ê û êrîş biribûn ser çalakgerên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di êrîşê de 29 kes hatibûn destgîrkirin. Rêxistina HDP’ê ya Êlihê nerazîbûn li dijî destgîrkirinê nîşan da.

Li avahiya partiyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn û Alîkarê Hevserokê Bajar Mahîr Keleyîş axivî û got ew ê faşîzma AKP-MHP’ê qebûl nekin.

Ji rêveberên rêxistina bajar Îkram Îrgî jî axivî û diyar kir ku bi tecrîdkirina Ocalan re li Tirkiyeyê krîz û rewşa kaosê çêbûye.

DEST DANÎN SER SERLÊDANÊN NAMZETIYÊ

Îrgîn got di serdegirtinan de polîsan dest danîne li ser kompûterên ku tê de serlêdanên namzetiyê û qeydên wan hebûn.