Li Êlihê polîsan bi çekê êşkence li ciwanekî kirin

Li taxa Bayindirlikê ya Êlihê polîsên Tirk li derdorê reşandin, bi qundaxa çekê êşkence li ciwanekî kirin.

Li taxa Bayindir a Êlihê polîsên Tirk êşkence li ciwanekî kirn ku navê wî nayê zanîn. Li gorî agahiyên ku hatin standin, ciwanekî ku bi serbestiya bi kontrol ji girtîgehê derketibû, bi hinceta ku neçûye qereqolê û îmze neavêtiye polîsan hewl da ku destgîr bikin. Polîsên ku hatin ber mala ciwan êrîş birin ser endamên malbatê.

Di dîmenan de ku ajansa MA'yê daye, du polîsên Tirk di dest wan de çek êrîş anîn ser malbatê û gule reşandin. Eynî polîs bi qundaxa çekê li serê ciwan dixe. Di dîmenan de tê dîtin li ser helwesta jinekê polîs vedkişin.

Ciwanê ku polîsan li serê wî de piştre hate destgîrkirin.