Li Êlihê Hevşaredar Ozdemîr û gelek kes hatin destgîrkirin

Hate diyarkirin li Êlihê bi çarçoweya operasyonên qirkirina siyasî Hevserok Sabrî Ozdemîr jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Hate diyarkirin li navenda Êlihê û Kercewsê duh berê sibehê bi ser gelek malan de girtibûn û ji 10 kesî zêdetirî hatibûn destpêkirin û ev operasyona qirkirina siyasî hê jî berdewam dike.

Bi çarçoweya heman operasyonê şevê din jî polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin.

Di operasyonê de bi ser mala Hevşaredarê DBP'î yê Êlihê Sabrî Ozdemîr e jî girtin û li Ozdemîr jî di nav de gelek kes hatin destgîr kirin.