Li Êlihê 20 xizmên girtiyan hatin destgîrkirin

Hêzên dewleta Tirk êrîş birin ser malbatên girtiyan ên dixwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Polîsên dewleta Tirk herî kêm 20 kes destgîr kirin.

Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne xwestin, li ber Girtîgeha Girtî Tîpa M a Êlihê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û çalakiya rûniştinê pêk bînin.

Polîsên ku bi wesayitên zirxî li pêşiya girtîgehê bûn, dor li xizmên girtiyan girtin. Polîsên Tirk herî kêm 20 kesên di çalakiya rûniştinê de bûn destgîr kirin.