Li Çiyayê Erek agirê Newrozê hate pêxistin

Li qontara çiyayê Erek ê Wanê agirê Newrozê hate pêxistin.

Li qontara çiyayê Erek ê Wanê agirê Newrozê hate pêxistin. Li bajarê ji ber vîrûsa korona pîrozbahiya Newrozê ya girseyî hate betalkirin, agirê îsal ê Newrozê ji aliyê Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate pêxistin.

Agirê bi tevlîbûna hevserokê bajar Okkaş Kava hate pêxistin, HDP’iyan xwe li ser agir re avêtin û li ber govend gerandin.

Kava bang li her kesê kir ku îşev derkevin li ser şaneşîn, şibake û banên avahiyan bi ronahiya telefon, find, meşal û bi tilîlî û stranan Newrozê Pîroz bike.