Li Çewlig û Depê bi hezaran Newroz pîroz kirin

Bi tevlîbûna bi hezaran kesî Newroz li Çewligû Kerboranê hate pîrozkirin.

Bi tevlîbûna bi hezaran kesî Newroz li ser Rêya Saglik a taxa Saray a Çewligê hate pîrozkirin. Li qada Newrozê dirûşmên ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’, ‘Zulkuf Gezen Rûmeta me ye’, ‘Leyal Guven rûmeta me ye’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ hatin qîrkirin.

Di pîrozbahiyê de Parlementerê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr, nametên hevşaredariya Çewligê Seem Çaksû û Hişyar Ozsoy axivîn.

Parlemeterê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemî destpêkê axivî û got: “Berxwedêrên grevê yên bi pêşengtiya Leyla Guven destpê kirî û gihiştiye bi hezaran hûn bûne Newroz, hûn li dijî zilmê û bêheqiyê li ber xwedidin.”

Nameta hevşaredariyê ya Çewligê Senem Çaksû jî anî ziman ku Newroz ne tenê cejnekî ya agahî girtin heman demê semboleke ya ji dagirkeriyê rizgarbûnê ye û got: “Em ti car ji qadan venakişin. Em ê hê bihêztir li qadan bin. Êdî divê me bibînin, me li vir in. Newroz berxwedan e, berxwedan.”

Namzet Hişyar Ozsoy jî Newroz li her kesî pîroz kir û diyar kir ku wê 31’ê Adarê sindoqan tije bikin.

Piştî axaftinan bi şûnde Mizgîn Tahir û hunermendên herêmî derketin ser dikê û pîrozbahî dewam kir.

DEP

Li navçeya Dep a Xarpêtê bi hezaran kes li qada Otogarê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Parlemeterê HDP’ê yê Rihayê Nîmetûllah Erdogmûş li qada Newrozê axivî. Bi derketina ser dikê ya Hunermend Mervan Tan û hunermendên herêmî şahî bi dawî bû.