Li Çelê û Şaxê operasyon, li Zapê jî êrîşên hewayî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li Çelê û Şaxê operasyon lidar xistin, Zapê jî bomberdûmankirine.

HPG’ê ragihand ku operasyon di navbera 1’ê Gulan heta 20’ê Hezîranê de destpêkiriye.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“19’ê Hezîranê saet 23:50’î balafirên şer û helîkopteran Girê Stûna yê dikeve sînorê Çelê ya Colemêrgê bi dijwarî bombe kiriye.

20’ê Hezîranê (îro) saet derdorî 01:00’ê helîkopteran li gel Girê Şehîd Karox derdorî gundê Bêdehê bombe kiriye. Piştî bomberdûmana dijwar atêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky leşker danîne Girê Stûna. Tevgera balafirên keşfê yên bê mirova a li herêmê hê jî didome.

25’ê Nîsanê artêşa Tirk li gundên Aşkan, Koxan, Govendê, Arcu û Xozil ên girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kiriye. Artêşa Tirk a heta 27’ê Nîsanê ti encamek ji operasyona artêşa Tirk bi dest nexistiye, zext li gundiyên gundên li herêmê kirine, hinek welatî girtine û zext li wan kirine.

1’ê Gulanê dîsa artêşa Tirk li dugnê Aşkan yê girêdayî navçeya Şaxê ya dîsa dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kiriye. Artêşa Tirk di çarçoveya operasyona xwe ya dagirkeriyê de baxçe, zevî, mal û ambûrên gudniyan şewitandine û heman rojê bê ku encamekê bigirin ji qadê vekişiyane.

19’ê Hezîranê saet derdorî 22:30-23:30’î balafirên şer ên artêşa Tirk devera Kanîşka ya girêdayî Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan negihiştiye hêzên me.”