Li 8 gund û 10 gundikên Xîzanê ‘qedexeya derve’ hate îlankirin

Li Xîzanê li 8 gund û 10 gundikan ‘qedexeye derketina derve’ hate îlankirin.

‘Qedexeya derketina derve’ ya li 8 gundikên girêdayî 3 gundan ku ji aliyê Walitiya Bedlîsê ve bi hinceta operasyona leşkerî beriya hefteyekê hatibû ragihandin, hate rakirin. Qedexeya Li gundê Karaagaç, Akbaş, Yedikardeş û Mollabirgî yên gundê Horozdere, li gundikê Baglarbaşî, Guvendik û Berket yê gundê Agilozu, li herêma gundikê Duztepe yê gundê Akşar îro hate rakirin. Li aliyê din li 8 gund û 10 gundikan heta fermana duyemîn ‘qedexeya derketina derve’ hat îlankirin.

NAVÊ GUND Û GUNDIKÊN HATINE ‘QEDEXEKIRIN’

Navê gund û gundikên ku ‘qedexeya derketina derve’ lê hatine îlankirin wiha ne;

“Gundikê Mezra yê gundê Saritaş, gundê Yolbîlen, gundikê Yenîçay yê gundê Yolbîlen, gundê Çalişkanlar, gundikên Bîlgîlî û Saribal yên gundê Yaylacik, gundê Ekînlî, gundikê Delîklîtaş yê girêdayî gundê Ekînlî, gundê Koçyîgît, gundikê Doyûmlû yê gundê Koçyîgît, gundê Horozdere, gundikê Karaagaç yê gundê Horozdere, gundê Agilozu, gundikê Bereket yê gundê Agilozu, gundê Akşar, gundikên Klavûza Jêr û Jorîn yên gundê Akşar”