Li 3 bajarên Kurdan terora polîsên Tirk: Gelek kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê avêtin ser malan. Di sergirtinan de gelek kes hatin destgîrkirin ku yek ji wan bi asta ji sedî 90 astengdar e.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser mala aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hacîre Tanirgan.

Polîsan derî şikandin, mal talan kirin û Tanirgan destgîr kirin. Hate ragihandin ku Tanirgan ji ber lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatiye destgîrkirin.

Li Wanê jî di serdegirtina malan de endamên Meclîsa Ciwanan a Wanê ya HDP'ê Arjîn Tûncer, Ferhat Azan, Rojîn Varhan û Mehmet Şerîf Demîragaç ê ji sedî 90 astengdar e hatin destgîrkirin.

Li Amedê jî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Diyar Sîncar û Nûrûllah Ozgun, her wiha Şehmûs Dokû û Mazlûm Kardaş di serdegirtina malan de hatin destgîrkirin. Li ser sedema destgîrkirinê agahî nehate dayin.