Leyla Xalid çû serdana Leyla Guven -NÛ BÛ

Li ser navê Eniya Rizgariya Gelê Filîstînê Leyla Xalid çû serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye.

Endama Polîtburoyê ya Eniya Rizgariya Gelê Filîstînê Leyla Xalid, çû serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 159 roj in, di greva birçîbûnê de ye. Endama TJA’yê Ayşe Gokkan û Parlementera Amedê ya HDP’ê Salîha Aydenîz jî bi Leyla Xalid re çûn serdana Leyla Guven.

Leyla Guven diyar kir ku ji ber tendirustiya xwe ew ê nikaribe zêde biaxive.

GUVEN: DIVÊ EM PEYAMÊ BIDIN HÊZÊN SERDEST

Leyla Guven ji Leyla Xalid re ev tişt got: “Hûn li ser çavan hatin. Ez gelekî bextewar bûm. Navê te her dem di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan de hebû. Bibore ez zêde nikarim biaxivim. Gelê Kurd û gelê Filîstînê mafdar in. Em ê rojekê teqez bi ser bikevin. Di sedsala 21’emîn de cîhan dengê gelê Kurd û gelê Filîstînê nabihîze. Rêzdar Ocalan 20 sal in, tena serê xwe di tecrîtê de ye. Gelo parêzvanên mafên mirovan li ku ne, çima dengê xwe nakin?

Bi hatina te ez kêfxweş bûm. Şerê li cîhanê me neda destpêkirin lê em jin, em ê vî şerî bidin sekinandin. Em îro jî li ber xwe didin. Em du Leyla dest bidin hev, em ê karibin bi ser bikevin. Bila tu kes ji me re nebêje ku dev ji grevên birçîbûnê berdin. Bila ji hêzên serdest re bibêjin ku bila vê zilmê bidin sekinandin. Heke ez li ser vê rêyê bimirim, ji bo min şeref e. Heke ez ji bo gel tiştekî bikim, ev ji bo min serbilindî ye.”

XALID: DIVÊ TU BIJÎ

Leyla Xalid jî got ku “Ez gelekî kêfxweş im ku min tu dîti. Em dixwazin tu tevî me, vê têkoşînê bidomînî. Dema tu bi me re bî, em ê xurttir bin. Sekretera me ya giştî silavên xwe ji te re şand, niha ew di girtîgehê de ye. Rêhevalên me dibêjin bila ew xurt be, em bi wê re ne.

Hevdîtina bi te re ji bo min peywir e. Em hemû jinên berxwedêr in. Ji bo dahatûya xwe divê em bijîn. Divê em bidin ser rêya serfirazî û azadiyê. Rêya ku gelê me wê azad bibin. Dengê me li gelek cihan belav bû.”

Xalid û heyeta pê re, piştre wê biçin serdana parlementerên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ên ku li Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Amedê ji 3’ê Adarê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.