Leyla Guven hate destgîrkirin-NÛ BÛ

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku ji bo bernameya TJA’yê ya bi navê ‘Em xwe diparêzin’ li Colemêrgê bû, hate destgîrkirin. Guven birin ‘Midûriyeta Têkoşîna Li Dijî Terorê’.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven duh hatibû Colemêrgê û tevî Dayikên Aştiyê ji bo aştiyê bang kiribûn.

Guven piştî daxuyaniya çapemeniyê û serdana esnafan, tevlî bernameya TJA’yê ya ‘Em xwe diparêzin’ bû. Guven dema ji avahiya bajêr a HDP’ê ya Colemêrgê derket li ser rê hate destgîrkirin.

Guven birin ‘Midûriyeta Têkoşîna Li Dijî Terorê’.