Leyla Guven: Careke din li pey kaosê ne

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven anî ziman ku hem nehêlin bi rêk û pêk hevdîtin bi Ocalan re bê kirin, hem jî hewl didin kaosê biafirînin. Guven got, "Eger rewş bi vî rengî bidome, mîna ku Birêz Ocalan got, wê hêza darbeyê ji nû ve bikeve dewrê."

Pêşenga berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan Leyla Guven, piştî ku ji nexweşxaneyê derket ku hîn baş nebûye, hefteya derbasbûyî çû Colemêrgê û piştre li Amedê tevlî Nobeda Demokrasiyê bû. Guven mijarên di rojevê de ne ji ANF'ê re nirxand.

Guven bi bîr xist ku çalakiya wan di roja 200'î de bi ser ket û deriyên Îmraliyê hatin vekirin û got, "Eşkere bû ku em mafdar in. Birêz Ocalan hîn di hevdîtina destpêkê de tiştên gelekî girîng got. Pêşniyarên çareseriyê kir ku bêhn anî ber siyaseta Tirkiyeyê. Me di heman demê de digot ku eger Birêz Ocalan biaxive wê rewşeke girîng pêk were. Em niha jî xwedî heman nêrînê ne. Em dibînin ku niha kaosê heye. Her roj gefên destwerdana li Rojava tê xwarin, cenaze tên anîn û şer diqewimin. Her wiha her roj operasyonên qirkirina siyasî tên kirin û bi sedan mirov tên girtin. Darbe li sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP'ê hate kirin û qeyûm hatin tayînkirin. Niha jî nahêlin ku bi rêk û pêk hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin. Di heman demê de li pey kaosê ne."

'DIVÊ DENGÊ ME HÎN BI XURTÎ BILIND BIBE'

Guven anî ziman ku êrîşên li dijî Rojava, malbatên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê hatine rûniştandin û tayînkirina qeyûman bi hev ve girêdayî ne û tespîteke wiha kir: "Di pêvajoyeke wiha de divê dengê me hîn bi xurtî bilind bibe. Her wiha ji bo em van pirsgirêkan bi hev re çareser bikin divê em îradeyeke xurt nîşan bidin. Li gel her tiştî jî divê mirov ji rastiyê re bêjin 'rast e'. Dema ku me ev kir dibe ku em bibin hedef, lê belê em ê hingî berpirsyariya xwe ya dîrokî pêk bînin. Em neçar in vê yekê bikin. Şoreşger, demokrat, sosyalîst, parêzvanên mafên mirovan û her kesên dixwazin Tirkiye mezin bibe divê biaxive û dengê xwe bilind bikin. Em di pêvajoyeke wiha de ne."

'HÊZA DARBEYÊ WÊ BIKEVE DEWRÊ'

Guven destnîşan kir ku rêveçûna Tirkiyeyê erênî nîne û got, "Eger bi vî rengî bidome, mîna ku Birêz Ocalan got wê hêza darbeyê ji nû ve bikeve dewrê. Wê ti carî nikaribe tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe û nikaribe bibe welatekî demokratîk. Lewma pêwîstî bi guhertineke bingehîn heye. Rêya herî girîng a vê yekê jî destûreke nû ya bingehîn e. Bi salane her partiya siyasî ya dibe desthilatdar dibêje ku divê destûra bingehîn a nû bê amadekirin, lê vî karî nakin. HDP niha vê mijarê girîng dibîne û di çarçoveya konsepteke pêvajoya nû ya dadgerî û destûra bingehîn serdana gelek hêz û derdoran dike. Ev gelekî girîng e û divê pêşengî ji vê re bê kirin."

BI MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ

Guven destnîşan kir, çarçoveya ji bo destûra bingehîn bê destnîşankirin, eger li gorî deklarasyona ji 10 xalan a ku Birêz Ocalan di Mutabaqata Dolmabahçeyê de destnîşan kir bê nirxandin, wê hingî pirsgirêka Kurd çareser bibe û got, "Kurd wê bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn. Ev yek pêkan e û li gelek deverên dinyayê heye. Mesela Rojava mînakeke. Li Rojava ne tenê Kurd hene, gelek gel hene. Hemûyan bi hev re Sûriyeyeke Demokratîk ava kirin. Ji bo rizgariya ji êşan û çareseriyê pêwîstî bi destûra bingehîn a demokratîk heye."

Guven herî dawî diyar kir ku di nava her şert û mercî de wê destketiyên gelê xwe biparêzin.