Leşkerên Tirk û cerdevan daran ji kokê ve qût kirin

Li Licê duh di operasyona bi tevlîbûna cerdevanan destpê kir de, dar ji kokê ve birîn.

Di dema oprasyona 14’ê Nîsanê li taxên Dêrxûs, Huseynik taxên bejahî yên Karahîsar û gundikên girêdayî navçeya Lice ya Amedê hatibû destpêkirin û 3 rojan dom kir de, birîna daran a li devera daristan a li taxa Dîbek di bin çavdêriya leşkeran de ji nû ve destpê kir. Cerdevanên ji navçeya herêma Pasûr anîbûn, vê carê li cihên cuda yên herêmê dest bi birîna daran kirin. Her wiha mekîneyên kar ên anîn herêmê jî hate ragihandin ku dar ji kokê ve radikin.

Birîna darna di saetên şevê de dawî bû, hate ragihandin ku leşkerên Tirk û cerdevan ji herêmê vekişiyane.