‘Leşkerên Tirk kuşt, niha jî cenaze nade’

Leşkerên Qereqola Beydogan a Ebexê kolberê Kurd Hasan Keçelanlû bi êşkenceyê qetil kir, dîsa Behnam Semedî bi êşkenceyê giran birîndar kir. Serlêdanên malbatê ya girtina cenazeyê Keçelanlû, ji aliyê dewleta Tirk ve nayê qebûlkirin.

MÎNA ROJ- WAN

Du kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê vedigeriyan li Qereqola Beydogan a navçeya Ebex a Wanê, li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin êşkencekirin. Di bûyera 16’ê Nîsanê pêk hat de, Hasan Keçelanlû (43) û Behnam Semedî (17) salî giran birîndar bû.

Malbata Hasan Keçelanlû ji bo cenaze ji Navenda Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Yuzyilê bigire, dixwaze ji sînor re derbasî Tirkiye bibe, hikûmeta Tirkiye bi hinceta şewba vîrûsa koronayê rê nade ku bikeve welat.

Rayedarên Îranî, di serlêdanên ji bo hikûmeta Tirkiye kirin de ragihandine ku wan agahî girtine ku her du kolber qaçaxçiyên mirovan e, lê di dîmenên êşkenceyê de yên derketin û îdîayên kolberan ev îdîa vala derxistine. Roja bûyerê tenê Hasan Keçelanlû û Behnam Semedî nêzîk bûne û bi giran hatine êşkencekirin. Birayê Semedî îdîayên dewleta Tirk vala derxistin. Komîsyona Koçberan a Buroya Wanê mijar dewirgirtin, gilî li Serdozgeriya Komarê ya Ebexê dan. Malbata Keçelanlû yê jiyana xwe ji dest da û Semedî yê giran birîndar bûbû, li benda destekê ne.

ÊŞKENCE KIRIN Û AVÊTIN SER SÎNOR

Semed ê hefteyekê li beşa lezgîn ma, li gundekî li ser sînorê Tirkiye û Îranê dijî. Piraniya ferdên malbatê weke wî bi kolberiyê debara xwe dikin. Roja bûyerê li gel Keçelanlû yê ji heman gundî ji Îranê derbasî Tirkiye bûn û çûn gundeke yê Beydogan a Ebexê bûn. Lê leşkerên Qereqola Beydoganê ew girtin û giran êşkence kirin. Semedî bûyerê wiha vegot: “Ev salek e kolberiyê dikim. Dema me girtin jî min ev yek got. Niha îfade dane dibêjin qaçaxçiyên mirovan e, lê ji derveyî min û hevalê min kesek din nebû. Destpêkê birin qereqolê, li ciheke tarî li me dan. Piştre bi panzeran birin ser sînor. Li wir jî êşkence li me kirin. Dema min çavê xwe vekir, tazî bûm. Hevalê min miribû. Min xwe gihand guneke ser sînor û li birayê xwe geriyam.

KUŞTIN NIHA JÎ ÎFTIRAYAN DIKIN

Birayê Hasan Keçelanlû jî got: “Niha cenazeyê birayê min li gel dewleta Tirk e. Madem ku qaçaxçiyên mirovan bû, bila radestî Îranê bikira, wê demê cezayê wan çi bû bila bikişanda. Em ne qaçaxçiyên mirovan in. Bi salan in li gundên ser sînor kolberiyê dikin. Vê yekê hem dewleta Tirk hem jî Îran dizene. Em duh çûn deriyê sînor. Ji bo cenaze bigirin serlêdan kirin, lê rê nedan. Em niha çi bikin? Zarokên birayê min hene. Bi êşkenceyê birayê min kuştin. Divê yên ev kirin bên cezakirin. Di dîmenan de jî dixuyên ku cixare, cil û berd û dîsa pêlîstok in. Qaçaxçî çima cixareyan bibin? Di destê wan de ti delîlek nîne ku qaçaxçî bin. Eger ku li gorî gotina wan qaçaxçî jî bibin, ma divê bên êşkencekirin? Em malbatekî hejar in. Debara me li ser sînor tim kolberî ye. Nizanin em ê çawa dengê xwe bidin bihîstin?”

Şaxa Wanê ya Komeleya Mafê Mirovan jî diyar kir ku wê şopdarê dozê bin. Birayê Semed bang li Kurdên li Tirkiye kir ku şopdarê dozê bin û daxwaz ji HDP’ê jî kir ku vê mijarê bixin rojeva Meclîsê.