'Leşkerên Tirk ji qada şer direvin; serketin a gerîla ye'

Ji gerîlayên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê Ozgur Jiyanda diyar kir ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji derdora qereqolên xwe nikarin bi pêş ve bên û destnîşan kir ku ji ber derbên gerîla ji qada şer direvin. Ozgur Jiyanda got, "Serketin a me ye."

Yek ji gerîlayên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê Ozgur Jiyanda li ser asta pêngava ku pê rabûne ji ANF'ê re axivî.

Gerîla Ozgur Jiyanda destpêkê berxwedana li Îmraliyê û hemû zindanan, berxwedana gelê Kurd a li welat û derveyî welat silav kir û wiha axivî: "Demeke dirêj e ku li hemberî dewleta Tirk a faşîst şerek tê meşandin, şerê azadiyê tê meşandin. Operasyoneke ku niha dewleta faşîst li ser Kurdistanê daye destpêkirin, niha li Metînayê dewam dike. Çar roj e operasyon dimeşe. Operasyon heta niha encamek negirtiye. Heta niha bi pêşde nehatine."

'SERKETIN A ME YE'

Ozgur Jiyanda bi dewamî got, "Tenê li qadên ser sînor û derdora qereqolên xwe heta niha operasyonê dimeşîne. Her ku xwestine bi pêş ve bên, hevalên me bi xurtî bersiv dane, lê xistine. Berxwedan dewam dike. Gerîla li wan dide û niha şerekî mezin diqewime. Di encama berxwedana gerîla li herêma Metînayê, leşkerên dewleta Tirk di nava tirseke mezin de ye. Ji qada şer direvin. Bêguman em ê vê berxwedanê bi serketinê tacîdar bikin. Helwesta me ev e ku em ê sala 2021'ê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê. Em ê hîn bi rengekî çalak tevî pêngava 'Dem dema azadiyê' bibin. Ev hest û helwest li gel hemû hevalên me serwer e."