Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê li gel bêdengiya hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê dewam dikin.
Tevî êrişan demên dawî de leşkerên dewleta Tirk dagirker dikevin nava gundan û xelkê di nav mala wan de jî direvînin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, leşkerên Tirk derdora gundê Dayla yê ser bi herêma Bradost ya bi Hewlêrê dorpêç kirine.
Hate ragihandin ku leşker nahêlin kes ji malên xwe derbikevin, kesên derdikevin jî êrişî wan dikin, yan jî gefê li wan dixwin ku wê birevînin. Leşker nahêlin kes bi hewara sewalên xwe jî biçin û gund bi giştî xistine bin dorpêçê.
Di 31'ê Kanuna 2021'ê de leşkerên dewleta Tirk 2 ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ên xelkê gundê Dayla yê ser bi bajarokê Sîdekan ya ser bi herêma Bradost a ser bi Hewlêrê revandin. Dewleta Tirk herdu ciwan birin Tirkiyeyê. Aqûbeta herdu ciwanan hînê nayê zanîn û rayedarên Başûrê Kurdistanê hînê xwe kerr dikin.