Leşkerên Tirk gule li gundiyekî reşand û piştre êşkence lê kir

Caner Agûrtan ên ku li Ebexa Wanê dema li pezê xwe yê winda digeriya, leşkerên Tirk gule li wî reşandin û piştre bi pehînan li wî dan.

Caner Agûrtan (28) ê li Nezrava Jorî ya Ebexa Wanê dema li pezê xwe yê winda digeriya, ji ber ku leşkerên Tirk gule lê reşand, birîndar bû.

Sibehê saet di 07.30’an de Agûrtan di êrîşa leşkeran de ji binê çonga xwe ya rastê birîndar bû. Agûrtan diyar kir ku piştî ew birîndar bû leşkeran bi pehînan li wî dane.

Agûrtan berê li Nexweşxaneya Ebexê hate tedawîkirin û piştre ew sewqî Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşiya Zanîngeha Yuzuncu Yilê kirin. Hate diyarkirin tendirustiya Agûrtan baş e. 

Agûrtan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got “Piştî saeteke din leşkeran nêzî sînor gule li min reşand, gule li çonga min ket. Min got ‘Min bibin nexweşxaneyê’. Piştî ku birîndar bûm bi qasî 10-15 deqîqeyan bi birîndarî meşiyam. Piştre leşker hatin ba min û pehîn li min dan. Min got ez birîndar im li min nedin lê dîsa li min dan. Leşkeran ji min re gotin ‘Baş li te dane’ û dîsa pehîn li min dan.”