Leşkerên Tirk 2 ciwanên Kurd ji Başûrê Kurdistanê revandin Tirkiyeyê

Artêşa Tirk ku gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, 2 ciwanên li herêma Bradostê revandin, birin Tirkiyeyê. Hikumeta Başûrê Kurdistanê li pêşberî vê yekê hîn jî bêdeng e.

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker 30'ê Kanûna 2021'ê 2 ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ên xelkê gundê Dayla yê ser bi bajarokê Sîdekanê yê Herêma Bradostê ya Hewlêrê revandibûn.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, leşkerên Tirk herdu ciwan ji Başûrê Kurdistanê revandine Tirkiyeyê. Tê gotin herdu ciwan niha li baregehek leşkerî ya dewleta Tirk a li Şemzînanê ya Bakurê Kurdistanê têne ragirtin.

Tevî 4 rojin herdu ciwan di nava xaka Başûrê Kurdistanê de ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatine revandin, lê heya niha jî Hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê mijarê de ti helwest yan jî daxuyaniyek nedaye.

Dewleta Tirk jî heya niha derbarê girtina ciwanan de ti daxuyaniyek belav nekiriye.