Lehenga Tehtê Reş: Zîlan Roj

Gulê Esad bi nasnavê xwe Zîlan Roj ku ji Amûdê ye, piştî ku Şoreşa Rojava nas dike, sala 2015'an tevlî nav refên gerîla dibe û 24'ê Îlona 2020'an de li Kato Jîrka bi 5 rêhevalên xwe tevlî nava karwanên nemiran dibe.

Gulê Esed, bi navê xwe yê şoreşgerî Zîlan Roj sala 1996'an li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Amûdê ji dayik dibe. Malbata Gulê Esed li Mêrdînê dijî lê ew li gel malbata dayika xwe li Rojava dixwîne û mezin dibe. Ji ber welatparêziya malbata dayika wê li pêş e, ev wê teşwîqî jiyana rêxistinê dike û şêwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi keça ciwan Zîlan didin naskirin. Li ser wî esasî Zîlan êdî mezin dibe û rêxistinê dinasê.

Şoreşa Rojava dest pê dike, Zîlan jî dibe şahîda vê dîrokê. Di destpêka şoreşê de, sala 2011'an ew tevlî şoreşê dibe. Di xebatên rêxistina civakê de cihê xwe digre. Di amedekariya şoreşê û heya dawiya sala 2014'an cihê xwe di nava şoreşêde, ku bûye hêviya hemû gelan digire, bi teşebûna li cihekî wiha ji bo gerîla Zîlan dibe hêzeke mezin.

Di destpêke sala 2015'an de gerîla Zîlan ji şehîdan bibandor dibe û bi xwesteka xeyalê wan pêk bîne dixwaze biçe nav çiyayan û tevlî nav refên gerîlayan bibe. Destpêka sala 2015'an derbasî çiyayê Kurdistanê dibe.

Zîlan êdî nêzî xwesteka xwe dibe, gavên xwe yê destpêkê yê gerîlatiye çiyayê azad li Garê davêje. Akademiya Şehîd Bêrîtanan dibîne û bi lêhûrbûnekî xurt, ew derbasî warê Viyanan, ware cengan Heftanînê dibe.

Gerîla Zîlan dema ku derbasî Heftenînê dibe bi hevaltiya nav PKK'ê hêz û moral digre. Hevaltî her mîna avekî zelal diherike, bi herikîna xwe re jî pêlên dîrokî dihêle. Hevaltiya nav PKK'ê li ser her mirovekî bandorê dike, ji ber ku pir bimane ye.

Gerîla Zîlan dema ku bi van hîsan e, pir diguhere û xwe ava dike. Ew hay jê heye ku di nava PKK'ê de tekoşînek rast nebe ti kes nikarê fêm bike. Ser vî esasî jina tekoşer Zîlan tekoşîna xwe geş dike ku xwe bigîhîjîne asta Zîlan, Bêrîtan, Delal û Berçeman.

ji bo ku tekoşîna xwe he jî geş û bimane bike gerîla Zîlan dixwaze berê xwe bide Bakurê Kurdistanê.

Êşa ku gelê Bakurê Kurdistanê dijî, bandora xweli ser gerîla Zîlan dike. Li ser vî esasî pêşniyara xwe dike ji bo ku ew jî cihê xwe di nav berpirsyariyê de bigire.

Bi pratîka xwe gerîla Zîlan hêza xwe nas dike û bi vê hêza ku ji rêxistinê digire dixwaze derbasî çiyayên bakur bibe. Bi xwestekeke mezin gerîla Zîlan derbasî Bakurê Kurdistanê Botanê dibe. Li Kato Jîrka cihê xwe digre. Êdî gerîla Zîlan bi piratîk û tecrûbeya ku li qada bakur digre dibe hêviyek mezin ji zarokên pêşerojê re. Lê ji ber hovitiya dijiminê dagirker ya Tirkiyê ku îro hemû teknîka xwe li ser gerîla dide meşandin,  24'ê Îlona 2020'an de li Kato Jîrka bi 5 rêhevalên xwe tevlî nava karwanên nemiran dibe. Rêhevalên wê Serhildan Egîd, Yildiz Gelhat, Botan Gabar, Botan Goyî û Rizgar Colemêrg jî li Kato Jîrka, Texhê Reş bi qehremantiyeke mezin tevlî nava karwanên nemiran dibin.