Lêgerîna li Şaredariya Amedê ya desteserkirî bi dawî bû

Lêgerîna polîsên Tirk a li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya desteserkirî bi dawî bû. Waliyê Amedê Basrî Guzeloglû li gel hejmareke zêde ya polîsan ket hundirê avahiya şaredariyê.

Wezareta Karên Hundir a Tirk dest danî ser sê şaredariyên bajarên mezin ên Kurdistanê û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji wezîfeyê dûr xist. Wezaretê li şûna hevşaredaran, waliyê xwe yê li Amedê Hasan Basrî Guzeloglû, waliyê xwe yê li Mêrdînê Mûstafa Yaman û waliyê xwe yê li Wanê Mehmet Emîn Bîlmez li şaredariyan da bicihkirin.

BI KÛÇIKAN LÊGERÎN KIRIN

Piştî ku agahiya desteserkirina şaredariyê ji Hevşaredar Mizrakli re hate ragihandin, qeyûm Guzeloglû tevî hêzeke zêde ya polîsên xwe ket hundirê avahiya şaredariyê. Beriya bikeve avahiya şaredariyê jî bi kûçikan li nava şaredariyê lêgerîn hate kirin.

Danê sibehê piştî ku lêgerîna polîsên Tirk a li avahiya şaredariya Amedê bi dawî bû, beriya hatina qeyûm Guzeloglû personelên şaredariyê bi rengekî dijwar di kontrolê û lêgerînê de hatin derbaskirin. Xebatkarên ku qerta personel û endamên meclîsa şaredariyê pê re nebûn nehiştin ku bikevin hundirê avahiya şaredariyê.