Lêgerîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 299’an de ye

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 299’an de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji bo Hecî Esvet Şeyaşar û kurên wî Celal û Adil ên ji hêla parêzvan û xizmên parlementerê AKP'î ve hatin kuştin li ber Edliyeya Rihayê "Nobeda Edaletê" digirin, 299 roj in bênavber çalakiya xwe ya nobedê li dar dixin.

Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz di çaçroveya xebatên hilbijartinê de serdana kargehan kiribûn û di dema serdana keargeha mala Şenyaşarê de êriş biribûn ser mala Şenyaşarê. Di vê rişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûbûn. Xizmên Yildizê AKP'î êrişên xwe li nexweşxaneyê jî domandibûn û li vira Celal û Adil Şenyaşarê bi giranî birîndar kuştibûn. Bav Hecî Esvet Şenyaşar jî gava ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çûbû nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê li ber çavê hevjîna xwe Emîne Şenyaşarê hatibû lînçkirin û kuştin.

Serddozgeriya Komarê ya Rihayê têkildarî bûyerê lêprisîn dabû destpêkirin û lêpirsînê di 18 mehan de temam kiribû. Lê belê dozgeriyê îdianame tenê derbarê bûyerên li kargehê qewimîbûn amade kiribû û bûyera li nexweşxaneyê ji nedîtîve hatibû. Lêprisîna derbarê bûyerên li nexweşxaneyê de jî bi biryara "veşarî" didome. Di danişîna biryardayînê ya 2'yê Nîsanê de li Fadil Şenyaşarê ji malbata wî 3 kes hatibûn qetilkirin û birîndar bûbû 37 sal û 9 meh ecza hatibû birîn. Piştî bûyerê bi 15 mehan, di 18'ê Îlona 2019'an de Enver Yildiz, birayê wekîlê AKP'î, bi 50 parêzvanan hatibû Edliyeya Rihayê û hatibû girtin. Dadgehê 18 sal ceza li wî jî birîbû.

Ferdên malbata Şenyaşarê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ber çavê erkanên dewletê hatibûn qetilkirin. Di ser bûyerê re sal derbas bûn lê belê hê jî bi navê edaletê tiştek pêk nehatiye. Ji ebr vê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya "Nobeda Edaletê" kiribûn. Nobeda Edaletê ya dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji wê çaxê heya niha didome.

Dayik Emîne Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobetê didomîne, Ferît Şenyaşar jî ji bo tevlî "Forûma Gel" a ji aliyê Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) ve tê organîzekirin bibe, sibe çû Stenbolê.

Malbata Şenyaşar li ser medyaya dijîtal peyama “Di destpê sala 2022’an de em têkoşîna xwe edaletê dibin Stenbolê. Li gel hemû astengiyan jî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heta ku edalet were em ê li navenda Rihayê û hemû cihên Tirkiyeyê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di sala nû de mijar zem jî be çavkaniya wê bê edaletî ye.“ Parve kir.