Lêgerîna edaletê ya malbata Dokû: Gulistan li ku ye?

Çalakiya rûniştinê ya malbata Gulistan Doku ya li ber Edliyeya Dersimê di roja 18’an de berdewam kir.

Malbata Gulistan Doku ya xwendekara Zanîngeha Drsimê ku ji 5’ê çileya 2020’an ve agahî jê nayê wergirtin, li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê ku daye destpêkirin di roja 18’an de berdewam dike. Malbatê îro carek din li ber edliyeyê dest bi çalakiyê kir, wêneyên Gulistanê hildan û xwest keça wan were dîtin. Malbatê got: “Gulistan li ku ye? Keça me bibînin.” Endamên Platforma Jinan a Dersimê serdana malbatê kirin û li cem wan cihê xwe girtin.