Kurdistan bi berfê xemla xwe girêdaye - NÛ BÛ

Ev du roj in li Kurdistanê (Bakur) bênavber berf dibare, ji ber berfa zêde ya li Colemerg, Erzerom, Agirî, Îdir, Qers û Dersimê rêya bi sedan gundî hate girtin.

Li Kurdistanê berf û şilî ye. Li Colemerg, Erzerom, Agirî, Îdir û Qersê ji ber berfa zêde rê li ser 596 cihî hate girtin. Li Dersim navendê jî berf jiyan anî asta rawestandinê.

COLEMERG

Li Colemergê berf bi qasî metroyekê rabû. Ji ber berfê rê li ser 25 gund û 56 mezrikan, li Geverê rê li ser 56 gund û 78 mezrikan û li Şemzînanê jî rê li ser 14 gund û 65 mezrikan hate girtin.

ERZEROM, AGIRÎ, QERS Û ÎDIR

Her wiha li Erzeromê jî ji ber berfa zêde rê li ser 760 taxî qut bû, li Agirî mirov nikarin xwe bigînin 442 jîgehan, li Qersê 71 û li Îdirê jî mirov nikarin xwe bigînin 29 gundan.

DERSIM

Li Dersimê jî piştî navendê li navçeyan jî berfê xweş kir. Dersimê xemla xwe bi berfê girêdaye, bajar spî dike.

Li navend û navçeyan ji ber berfa zêde mirov nikarin xwe bigihînin 

AMED Û SÊRT

Li navçeyên Amedê Farqîn, Qulp, Licê, Hênê, Dîclê, Erganiyê berfê xweş kir û gelek rê ji ber berfê hatine girtin.

Li Sêrt navend û navçeyan ji derengiya şevê ve berf bênavber dibare û tesîrê li ser herka jiyanê dike. Ji ber berfa zêde li rê li ser gelek gundan hatiye girtin û wesayit li rêyan asê mane.