Kurdî qedexe dike û radibe kûrsa ziman vedike!

Qeyûmê Wanê ku kreşa Kurdî ya Şaredariya Bajarê Mezin girt, tabelayên Kurdî daxist û li ser hesabê medya dîjîtal ê şaredariyê Kurdî rakir, kûrsa zimanê Kurdî vekir lê kesî guh nedayê.

Qeyûmê li Wanê ku bi salan e bi rêk û pêk êrişî Kurdî dike, radibe qaşo kûrsek Kurdî vedike.

Kreş û dibistanên Kurdî yên di bin sîwana şaredariyên HDP'î de hatin vekirin, her wiha çalakiyên çandî ji aliyê qeyûmên ku di salên 2016 û 2019'an de hatin tayînkirin, ji holê hatin kirin.

Li bajarê Kurdan Wanê ku nifûsa xwe zêdeyî milyonek û 300 hezar kes e, qeyûmê ku sala 2016'an li ser Şaredariya Bajarê Mezin a HDP'î hate danîn, destpêkê Kreşa Perperok a şaredariyê girt û karên ji bo zimanê Kurdî dihatin kirin hemû rawestand.

Kreşa Perperok a ku xizmet ji Kurdî re dikir, xwedî qadeke girtî ya ji hezar û 200 metreçargoşeyî, koma lîstika zarokan a ji 500 metreçargoşeyî, hawizê ji xîzê, hewş û bexçeyê xwe hebû. Li kreşa ku kapasîteya wê 90 kes bû û 20 kesî lê kar dikir, odeyên xwe yên drama, sînema, muzîk, dans, santranç, revîr û qada lîstika zarokan hebû. Li her pola kreşê 18 xwendekar hebûn. Kreşê xizmet ji zarokên ji 0-6 salî re dida.

Kreşa ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê vekir kreşa herî mezin a herêmê bû. Qeyûmê Wanê navê 'Perperok' rakir û dersên Kurdî qedexe kir. Nav guhert û kir Gunduz Bakimevî, li şûna dersên Kurdî jî dersên Tirkî da.

TABELAYÊN KURDÎ JÎ HATIN RAKIRIN

Tabelayên Kurdî yên li navenda bajarê Wanê û li ser rêyên bingehîn bûn hedefa AKP'ê û qeyûm. Li xaçerêya herî qelebalix a Wanê tabelayên bi Kurdî hatin rakirin û li şûna wan tabelayên bi Tirkî û Îngilîzî hatin danîn. Li ser gelek kolan, gund û gundikên Wanê tabelayên bi Kurdî hatin rakirin.

JI SER TWÎTTERÊ JÎ RAKIR

Qeyûm Mehmet Emîn Bîlmez li ser hesabêr Twîtterê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Kurdî rakir. Nivîsa "Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê" ya li ser hesabê Twitterê hate rakirin û tenê nivîsa bi Tirkî li ser hate hiştin.

QAŞO KURSA ZIMAN VEKIR, LÊ KES GUH NADÊ

Qeyûmê Wanê ku bi salan e bi rêk û pêk êrişî Kurdî dike, qaşo kursa zimanê Kurdî vekiriye. Lê xelkê herêmê guh nadê. Ji ber ku kesî ji bo kursê serlêdan nekirin, çend ji xebatkarên şaredariyê xistin polan û bi vî rengî şov kirin.