Kurdî divê bibe zimanê perwerdeyê

Serokê Egîtîm-Sen Şaxê Colemêrgê Mûrat Balikesîr diyar kir ku ew rast nabînin perwerdeya bi zimanê dayikê bi dersên hilbijartî pêşkêşkirin û got, ew dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

Di sîstema perwerde-hîndekariyê ya Tirk de Kurdî weke derseke bê hilbijartin heye. Serokê Egîtîm-Sen Şaxê Colemêrgê Mûrat Balikesîr li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku di perwerde û hîndekariyê de ew perwerdeyeke zanistî, akademîk, zimanê dayikê, laîk û demokratîk dixwazin ku dûrî her cûre meyl û nêzîkatiyên îdeolojîk be.

DIVÊ BI ZIMANÊ DAYIKÊ PERWERDE BÊ DAYIN

Balikesîr destnîşan kir ku weke sendîkayê, mîna di rêziknameya xwe de diyar kirine, ew daxwaza perwedeya bi zimanê dayikê dikin û got, "Em dibêjin, maf e ku her zarokek bi zimanê xwe yê dayikê bê perwerdekirin. Ev mafê ku di peymanên navneteweyî de heye, divê bi cih were anîn û ji bo vê em têdikoşin. Em alîgirê wê ne ku perwerde bi zimanê dayikê, zanistî û demokratîk be. Em rast nabînin ku perwerdeya bi zimanê dayikê bi dersên hilbijartî bê bisînorkirin. Dersên hilbijartî ji bo afirandina hestiyariyekê girîng e, lê xwedîderketina li zimanê xwe gelekî girîng e."

LI DER DERÊ DIVÊ BI KURDÎ BIAXIVIN

Balikesîr got, "Bi rastî jî ji bo pêşketina zarokên me, em perwerdeya ziman a hefteyê du saetan têr nabînin. Ji bo zêdekirin û pêşvebirina vê, di dersên hilbijartî de divê dersên zimanê dayikê bêne hilbijartin. Ji bo parastina zimanê dayikê û pêşvebirina wê, bêguman pêwîste li dibistanan cih bigire. Divê malbat xwe berpirsyar bibînin ku ne tenê li dibistanê li malê jî li her qada jiyanê bi zimanê xwe yê dayikê bi zarokên xwe re biaxivin."