Kurdên li Rûsyayê li ber dagirkeriyê û hevkarên dagirkeran rabûn

"Em bang li xelkê xwe yê Başûrê Kurdistanê dikin ku bêdeng nemîne û li ber van planên qirêj rabe. Armanca dewleta Tirk a faşîst tunekirina gelê Kurd bi temamî ye. Lewma divê kurd hemû bibin yek û piştgiriyê bide gerîla."

Kurdên li herêma Çelyabînskê ya Rûsyayê, bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Endamên Komîteya Êzidxanê ya Çelyabînskê û Kurdistaniyên li herêmê, li ber Mala Çanda Kurd a Çelyabînskê li hev civiyan û hem li ber êrişên dagirkeriyê rabûn, hem jî êrişkariya PDK'ê şermezar kirin.

Sêvdîn Dawoyî û Lena Tîtal bi navê girseya gel axivîn û bang li hêzên Kurdistanî hemûyan kirin ku nebin amûrek ji bo lîstikên qirêj ên dewleta Tirk a faşîst û ji PDK'ê jî xwestin ku tavilê dest ji hevkariya bi dewleta Tirk a faşîst berde.

Qisekeran diyar kirin ku pêşmergeyên PDK'ê û hêzên hikumeta Iraqê li Şengalê li dijî DAÎŞ'ê tiştek nekirin, lê belê niha li gel artêşa dewleta Tirk a faşîst bi ser gerîla ve diçin û wiha dewam kirin, "Ev yek jî xeta wan a nokeriyê ispat dike. Armanca dijminên gelê Kurd ew e ku destketiyên gelê Kurd tune bikin. Ji bo vê jî dixwaze Kurdan li hemberî hev bide qirkirin. Kurdên li Rûsyayê her tim parçeyek ji Tevgera Azadiyê ya Kurd e û di çarçoveya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dijminên Kurdan ji bo Kurdan li ber hev rakin serî li her rê û rêbazê didin, lê hin hêzên Kurd jî dikevin vê xefikê û bi navê Kurdên li Rûsyayê ev bang hate kirin:

"Em bang li xelkê xwe yê Başûrê Kurdistanê dikin ku bêdeng nemîne û li ber van planên qirêj rabe. Armanca dewleta Tirk a faşîst tunekirina gelê Kurd bi temamî ye. Lewma divê kurd hemû bibin yek û piştgiriyê bide gerîla. Kurdên li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê divê rabin ser piyan, li ber xiyanetê rabin." Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk wê nikaribe armancên xwe bi ser bixîne."