Kurdan bang kirin; ‘êrişên bi çekên kîmyewî rawestînin’, lê cîhanê xwe kerr kir - IV

Li gel banga Kurdan û raya giştî ya demokratîk, di serî de OPCW saziyên têkildar ên navneteweyî li pêşberî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bêdeng man.

Artêşa Tirk a dagirker, di êrişên dagirkeriyê de ku şeva 23-24’ê Nîsanê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî. Ev yek bû sedem ku Kurd û dostên wan ên ji gelên cuda bikevin nava liv û tevgerê. Di serî de li çar parçeyên Kurdistanê, li welatên Ewropayê û çar aliyên cîhanê, mehên havînê, banga ‘Êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî rawestînin’ xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin, çalakiyên nobedê û kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin.

Li pêşiya saziyên pêwendîdar; Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Neteweyên Yekbûyî û NATO’yê, Kurdistanî tevî dostên xwe li hev civiyan û heta rojên dawî yên nîvê duyemîn ê sala 2021’ê hewl dan dengê xwe bidin bihîstin. Xwepêşandêran gelek caran bi rengekî sembolîk kincên ku xwe ji çekên kîmyewî diparêzin li xwe kirin, maskeyên li dijî gazê dan ber devê xwe û hewl dan balê bikişînin ser sûcên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê. Dirûşma bingehîn jî wiha bû: ‘Kîmyasal Erdogan’.

Xwepêşandêran ji OPCW’ê xwestin ku dest bi lêkolînkirina sûcên dewleta Tirk bike, heyetên pispor bişîne Kurdistanê û bi meha Mijdarê re li bajarê Den Haagê yê Hollandayê li pêşiya navenda vê rêxistinê dest bi çalakiyan kir. Xwepêşandana destpêkê ya herî girseyî ya Kurdistaniyan a li vê derê di 3’ê Mijdarê de pêk hat. Piştî mehekê careke din xwepêşandan hate lidarxistin, lê belê polîsên Hollandayê bi tundî dest li xwepêşandêran werdan.

Piştî wê xwepêşandana 4’ê Kanûnê, nêzî 50 aktîvîstî çalakiya bêîteatiya sivîl kirin û ji bo demeke kurt ketin hundirê avahiya OPCW’ê. Lê belê polîsan bi tundî dest li xwepêşandêran werdan û di encamê de 4 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Her wiha 44 kes jî hatin destgîrkirin. Piştî 5 rojên destgîrkirinê 40 aktîvîst ji Hollandayê hatin dersînorkirin, 4 jê bi rengekî girtî hatin darizandin. Ev aktîvîst wê heta Sibata 2022’an heta dadgehê girtî bimînin.

‘BÊDENGIYA CÎHANÊ KIR KU KÎMYASAL BÊHTIR BÊ BIKARANÎN’

Li gel nerazîbûna raya giştî ya Kurd, dewleta Tirk di nîvê duyemîn ê salê de navber neda bikaranîna çekên qedexekirî, berevajî; hîn giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî. Li hemberî vê yekê jî eniya Kurd ji bo civaka navneteweyî bixe nava liv û tevgerê bi dostên xwe yên gelên cuda karekî xurt ê dîplomasiyê meşand.

Di rojên dawî yên meha Îlonê de bi navê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Ronî Serdem nameyek ji nûnertiyên DYE, Elmanya, Fransa, Kanada, Îngilistan, Hollanda û Rûsyayê yên li Hewlêrê, her wiha ji nûnertiya Neteweyên Yekbûyî, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Gûterres, Yekîtiya Ereban û partiyên siyasî yên li herêmê re şand. Di nameyê de qala sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk hate kirin û hate xwestin ku li hemberî bikaranîna çekên qedexekirî û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêdeng nemînin.
KCK’ê bala civaka navneteweyî bi lezgînî kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û bi taybetî bang li Neteweyên Yekbûyî kir. KCK’ê bi bîr xist ku bikaranîna çekên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine qedexekirin li dijî pîvanên OPCW û peymanên navneteweyî ye û nêzîkatiya cotstandartî ya qada navneteweyî rexne kir. KCK’ê destnîşan kir ku bêdengiya Neteweyên Yekbûyî Û saziyên navneteweyî, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî HPG û sivîlan bêhtir ‘teşwîq kiriye’ û bi dewamî bal kişand ser van xusûsan:

Di nameya KCK'ê de hate  ragihandin ku li tunelên berxwedanê yên gerîla û derdora bi dehan gundên nêzî van herêman pênc meh in êrişên dagirkeriyê têne kirin û di van êrişan de çekên kîmyewî bi rêk û pêk têne bikaranîn.
Di dewama nameyê de hate gotin, "Mixabin em neçar dimînin ku vê bêdengiya dewletan û Neteweyên Yekbûyî weke encamek ji hevkariya bi Tirkiyeyê re şîrove bikin. Ji ber vê yekê ewqas sûcên dewleta Tirk heta niha ji nedîtî ve hatin û li dijî vî welatî tiştek nehatiye kirin. Hikumeta AKP-MHP'ê mîna bikaranîna çekên kîmyewî gelek caran sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê kir, lê tevî vê yekê jî weke welatekî normal ê demokratîk weke muxatabekî rewa tê dîtin."

Di vê navberê de ji fermandarên HPG’ê Doktor Bager Baran jî 1’ê Mijdarê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li dijî hêzên gerîla varyantên cuda yên çekên kîmyewî bi kar tîne, lê belê ji bo tespîtkirina wan derfetên pêwîst nîne û bang li saziyên pêwendîdar kir ku mijarê lêkolîn bikin. Doktor Bager Baran ragihand ku wî cenazeyên gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne û bandora kîmyewî bi çavên xwe dîtiye û got, “Ev çekên kîmyewî ne tenê li dijî gerîla, dijî hemû zindiyan metirsiyeke mezin e. Gaza ku tê bikaranîn dike ku derdor bê oksîjen bimîne, nahêle ku zindî nefesê bistîne û dikuje.”

REWŞENBÎRÊN KURD Û IRAQÎ BANG LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ KIRIN

Rojên ku ji KCK û HPG’ê daxuyanî li pey hev dihatin kirin 109 rewşenbîr, nivîskar, parlamenter, rojnamevan, hîndekarên zanîngehê yên Iraqî nameyek ji muxataban re şandin. Di nameyan de ku 15’ê Cotmehê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres, Ofîsa Karên Bêçekkirinê ya Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Rêveber a OPCW’ê re hatin şandin, qala operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk hate kirin ku bi salan e li ser Başûrê Kurdistanê dimeşîne. Rewşenbîr û nivîskaran gotin, “Artêşa Tirk ku nikarin xeta parastinê ya gerîla bişikîne, bê ser û ber çekên kîmyewî bi kar tîne û ev yek hem bandorê li gerîla dike, hem jî bandorê li xelkê sivîl dike.”

Hefteyek piştî nameya hevpar a 109 kesayetan, vê carê jî 44 rewşenbîrên Iraqî nameyek ji Ofîsa Karên Bêçekkirinê ya Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Rêveber a OPCW’ê re şandin. Van rewşenbîran xwestin ku li cihê dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye lêkolîn bê kirin. Her wiha li gorî dosya û dîmenên mehên dawî ji herêmê wergirtî, diyar kirin ku agahiyên cidî li ser bikaranîna çekên kîmyewî hene. Di nameyê de hate gotin, “Sûcên ku Saddam Huseyîn li dijî Kurdan kir, niha jî dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan dike.”

JINÊN LI CÎHANÊ NASKIRÎ NAME JI OPCW’Ê RE ŞAND

Di rojên dawî yên meha Cotmehê de vê carê jî Sîlvîa Federîcî, Nancy Fraser û Sylvî aMarcos jî di nav de gelek jinên li cîhanê naskirî nameyek ji Serokê OPCW’ê Fernando Arîas re şandin û jê xwestin ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bikevin nava liv û tevgerê. Bi hewldana REPAK’ê ji çar aliyên cîhanê 65 jin û rêxistinên jinan mohra xwe danîn binê nameyê û ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî xwestin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe û bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê artêşa Tirk ve, bê lêkolîn.
Di serî de saziyên Kurdan ên li Ewropayê rêxistinkirî ne, Hevserokên Koma Dostaniya Kurdan a li Parlamenta Ewropayê Françoîs Alfonsî û Nîkolaj Vîllûmsen, gelek saziyên mîna Yekîtiya Doktoran a Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî (IPPNW), Tevgera Aştiyê ya Fransayê (Le Mouvement de la Pais), bang li Neteweyên Yekbûyî û OPCW’ê kirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanê ku li DYE’ê kar dike, di rojên destpêkê yên meha Mijdarê de biryar dan ku li herêmên dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne, lêkolînan bike.

ELMANYA XWEDÎ LI DEWLETA TIRK DERKET!

Baş e, dema ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar dianî, welatên rojavayî helwesteke çawa nîşan didan? Rojên ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Zap, Avaşîn û Metînayê dest pê kir, Elmanyayê got, ‘Li ber destê me agahiyeke têrker nîne ku Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike’. Bi vî rengî piştgirî da polîtîkayên tunekirinê û şer ên rejîma Erdogan. Li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, hikumeta Elmanyayê bi mehan bêdeng ma. Piştre jî li ser pêşnûme pirsên Partiya Çep diyar kir ku Tirkiye di nava mekanîzmaya şopandinê ya OPCW de ye û îdîa kir ku tê kontrolkirin.

Swêdê berevajî helwesta Elmanyayê nêzîkatî nîşan da. Li ser pirsa Partiya Çep a li ser heman mijarê Wezîra Karên Devre ya Swêdê Ann Linde têkildarî pozîsyona welatê xwe ya li ser bikaranîna çekên kîmyewî wiha axivî: “Operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li bakurê Iraqê bandorê li aramî û ewlehiya sivîl a li herêmê dikin. Divê li gorî pîvanan tevbigere. Bikaranîna çekên kîmyewî li gorî hiqûqa navneteweyî qedexe ye. Ji bo Swêdê ev yek esas e û di serî de li Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî li asta navneteweyî em vê yekê timî destnîşan dikin.”
Ji bilî Swêd û Elmanyayê, sûcên dewleta Tirk ên ji ber bikaranîna çekên kîmyewî li parlamentên neteweyî yên Îtalya û Swîsreyê jî bû rojev. Li Îtalyayê parlamenter Erassmo Palazzotto li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk pêşnûme pirsek pêşkêşî parlamentê kir û diyar kir ku peymanên navneteweyî bi rêk û pêk têne binpêkirin. Li Swîsreyê jî parlamenterên Parlamenta Neteweyî yên ji Partiya Sosyalîst Fabîan Molîna û Claûdîa Frîedl li ser bikaranîna çekên kîmyewî pêşnûme pirsek pêşkêşî parlamentê kirin.

OPCW A LI PÊŞBERÎ TIRKIYEYÊ BÊDENG MA, TÊKILDARÎ SÛRIYEYÊ KETE NAVA LIV Û TEVGERÊ

OPCW li gel bangên Kurdan û raya giştî ya demokratîk jî salekê bêdeng ma. Halbûkî OPCW’ê heman salê di 21’ê Nîsanê de bi hinceta ku çekên kîmyewî bi kar aniye, bi bayê bezê mafê Sûriyeyê yê li nava rêxistinê betal kir. Pêşnûme biryara ku Fransa, Îngilistan û DYE’yê piştgirî da, di civîna welatên endamê OPCW’ê de pêşkêşî dengdanê hate kirin. 87 welatan dengê erê, 15 welatan dengê na, 34 welatan jî dengê bêalî dan.

Aliyê Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl, parlamenter, rewşenbîr û hunermendan tevahiya salê banga ‘têkildarî çekên kîmyewî dest bi lêkolînê bike’ kirin. Lê belê OPCW li pêşberî van bangan bêdeng ma. Ev bêdengî jî wê weke rûreşiyê bikeve dîroka OPCW’ê.